Îsraîl Îşkenceyê Dike

Eşkere bû ku îsraîla çeteya terorê, pey êrîşên lı ser ğezzeyê, lı fılıstînıyên ku ew desteser kırıne îşkence kırıye. wezareta hêsîrên fılıstînê gazî hemû sazıyên heqên însanan kır ku rewşa ğezzeyıyên marûzî îşkenceyê bûne bışopînın.

Derket holê ku Îsraîla çeteya terorê, li Filistîniyên ku pey êrîşên li ser Ğezzeyê hatine desteserkirin îşkence kiriye.
Wezareta Hêsîrên Filistînê bi beyanateke nivîskî cî da îfadeyên 2 Ğezzeyiyan. Ji Hûzaaya beldeya Xan Yûnûsê Mumîn Xalid Xelîl en-Neccarê 33 salî û Îsa Xelîl Muhemmed en-Neccarê 37 salî di 23ê Temûzê de hatibûn desteserkirin. Parêzer Kerîm Acwe her du kes ziyaret kir. Hat îfadekirin ku lêdaneke fecî li herdu kesan hatiye kirin.
Herdu kesan wiha beyan kir:
“Danê sibehê eskerên îşgalker girtin ser malên me. Bi alîkariya kûçikên polîs di nav enkazan de, digel me gelek ciwan jî binçav kirin. Ewilî birin devereke nediyar û paşê birîn hepsa Aşkelonê .”
Wezaretê gazî hemû saziyên heqên însanan kir ku rewşa hêsîrên Ğezzeyî yên marûzî îşkenceyê bûne teqîb bikin.
Wezaretê do di beyanê de îfade kiribû ku ji 7ê Temûzê vir ve bi sedan filistînî, ji aliyê Îsraîla siyonîst ve hatine binçavkirin.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"