Rejîma terorê Îsraîl, îddîa dike ku Qûdsa di bin îşgal û dagiriyê de, ‘aydiyê yahûdiya ye. Netanyahû diyar kir ku xwedî heq in ku çawa bixwazin dikarin erda Fîlîstînê biserifînin. Ji ber vê yekê jî, tu qîmetê nadin lomandin û şermezarkirina teşkîlata dewletên yekbûyî.
Mehkema Îsraîla îşgalker qirar da ku, 300 xaniyên Fîlîstîniyan yên li Qûdsê bên xera kirin. Îşgalkerê Îsraîl îddîa dike ku, van xanî bê rûxsat in. Radyoya siyonîst beyan kir ku, wê qirara xerakirinê, di demeka nêz de bê tetbîq kirin.
Li aliyê din hat diyar kirin ku eskerên siyonîst Îsraîl, li rohilata qempa El Bûreycê, bi sîlehan êrîşî Fîlîstîniyan kirin. Di hadîseyê de 2 Fîlîstînî hatin qetilkirin. Vê êrîş ji teref Îsraîl ve, ji 21ê Mijdarê heta niha, îhlalkirina agirbestî ya herî mezin e. Bangaheq