Îsraîla Siyonîst Hezîn û Hezîmet Bû

Lı ser agırbesta daımî, netanyahûyê serokê çeteya terorê behsa serkeftına îsraîlê kır. hamasê jî beyan kır ku netanyahû dıxwaze bı wan gotınên derew meğlûbîyeta xwe veşêre.

Piştî agirbesta daimî Binyamîn Netanyahû cara ewil xeber da û got ku Îsraîlê serkeftineke polîtîk û leşkerî bi dest xistiye û weha îddîa kir:

“Hamasê ji daxwazên xwe yên lîman û firogeh û berdana mehkûman û dana meaşên memûran tu yekê bi dest nexistiye. Lê zirareke mezin a leşkerî û dîplomatîk dît.”

Berdevkê Hamasê Samî Ebû Zuhrî bi beyana nivîskî weha got: “Beyan û îddîayên Netanyahû, eletewş in û li maddeyên lihevkirinê nayên. Netanyahû ji bo hezîmeta xwe, hêz û qehremaniya berxwedanê ya ku heyata îsraîliyan felcî kiriye veşêre, xwe dide pey van gotinan.”

13 yekîneyên eskerî yên grûbên Filistînê, li mehela Şûcaiyeya ku ji ber êrîşên Îsraîlê xera bûye, civîna medyayî li dar xist. Berdevkê tûğayên Îzzeddîn Qessam Ebû Ûbeyde, li ser navê grûban beyanat xwend. Ebû Ûbeyde wiha got:

“Ev zafer zafera hemî zarok û êxtiyar û jinên Filistînê yên ku teyarên Îsraîlê bi 10 hezaran ton bombe bi ser wan de dibarandin, malên wan bi ser wan de xera dikirin e. Dijmin tu serkeftineke stratejîk û taktîkî bi dest nexistiye. Îsraîla îşgalker ji ğeyrî zimanê berxwedanê ji tiştekî din fêm nake. Ğezzeyê qezenc kir, lewra eskerên dijmin tarûmar kir.”

Îsmaîl Heniyye jî li rojavayê Ğezzeyê, li meydana ber avahiya meclîsê xîtabî bi hezaran kesî kir û weha got:

“Ev mucadela li ber siyonîstan, ji nû de şeref da doza Filistînê û hêviyên ji bo wê bi can kir. Zafera ku hemû dinya jê re bû şahid, ne ya Ğezzeyê tenê ye. Netîceya hewleke mezin e ku bi salan ji bo azadiya Quds û Mescîda Eqsayê û hemû erda Filistînê tê dayîn e. Berxwedanê sebat kir, xelkê Ğezzeyê jî di ber xwe da û zafer pê re hat.”

Henîyye beyan kir ku ev serê 8 sala ye Ğezze di binê ambargoyê de ye. Di vê demê de marûzî 3 herban bûne, hemû dinya û xelk bûye şahid ku grûbên berxwedanê yên Filistînê çawa micadele dikin. 

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar