Îstatîstîkên pirtûkxaneyan hat eşkerekirin

Ji teref TUÎKê ve îstatîstîkên pirtûkxaneyan hat eşkerekirin.

Ji teref TUÎKê ve îstatîstîkên pirtûkxaneyan hat eşkerekirin. Li gor daneyên ku hatine ragihandin li welêt ji sala 2016an vir ve  tev de 28 hezar û 970 pirtûkxane hene.

Her wiha di raporta ku hatiye weşandin de hat diyarkirin di nav van 28 hezar û 970 pirtûkxaneyan  de pirûkxaneyeke neteweyî, hezar û 137 pirtûkxaneyên gel, 552 pirtûkxaneyê  zanîngehan û 27 hezar  û 280 jî pirtûkxaneyên saziyên perwerdehiya  honakî û belavbûyî  hene.

Di daneya TUÎKê de her wiha derheqê hejmarên endamên ku li  pirtûkxaneyan qeydirînê de jî agahî hat dayîn. Li gor daxuyaniyê  qeyda 26 hezar û 996 kesan li Pirtûkxaneya Neteweyî,  qeyda milyonek û 697 hezar û 90 kesan li pirtûkxaneyên gel  û qeyda 3 milyon û 810 hezar û 634 kesan jî li pirtûkxaneyên zanîngehan heye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin