Îstîfa 300 Sûbayî

Hat îddîakirin ku di hefteya dawîn de ji qomandariya hêzên bejayî, 300 sûbay û astsûbayên ku naxwazin li herêma rojhilat û başûrê rojhilat wezîfê bikin îstîfa kirine.

Hat îddîakirin ku di hefteya dawîn de ji qomandariya hêzên bejayî, 300 sûbay û astsûbayên ku naxwazin li herêma rojhilat û başûrê rojhilat wezîfê bikin îstîfa kirine.

Li gorî xebera Haberturkê, cîyê tayîna wan di meha Gulanê de eşkere bûne, lê nehatiye beyankirin. Hinek sûbay û astsûbayên ku elimîne tayîna wan derketiye bajarên rojhilat û başûrê rojhilat, ji bo teqawîdê daxwazname dane. Hinekan jî îstîfa kirine. Li ser van îstîfa û daxwaznameyan, wezîfedarkirin ji nû ve hatiye kirin.

Wezîrê parastina mîllî Îsmet Yilmaz, çend roj berê li ser pirsnameyekê beyan kiribû ku, di navbera yekê kanûna paşîn ya 2005an û 7ê adara 2013an de, hejmara personelên ku ji saziya hêzên eskeriyê îstîfa kirine û teqawîd bûne, 44 hezar û 945 e. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin