Îşxalkerên sîyonîst 5 Filistînîyan şehîd kir

Wezareta Tenduristî ya Filistînê daxuyand ku leşkerên rejîma îşxalker a sîyonîst di nav 24 dawîn de 5 Filistînîyan şehîd kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku, li bajaroka Kubatîyeya Şerîaya Rojava Abdulhadi Yusufê 18 salî û Hebib Kumeylê 25 salî hatin şehîdkirin.

Hat daxuyandin ku di kampa Miltecîyan a Kalendîyayê de Semir Avni Harbi Aslanê 41 salî, di Kampa Miltecîyan a Balarayê de Ahmed Amir Selim Ebu Cuneydê 21 salî û li El Xelîlê jî Sind Muhammed Osman Semamir hatin şehîdkirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Filistînê, ji serê salê vir ve hejmarê Filistînîyên ku ji teref leşkerên rejîma îşxalker a sîyonîst ve hatine şehîdkirin 3 jê zarok 9 kes in. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"