Îşxalkerên siyonîst ava Filistiniyan qut kirin

Hat ragihandin rejîma siyonist a îşxalkerava vexwarinê ya li xerba Qudsê qut kiriyeû xelkê Filistînê ev demek dirêj eku bi meselê re rû bi rû ye.

Zilm û zexta îsraîla îşxalkarên siyonist a li ser Filistiniyan bênavber berdewam dike. Îşxalkerên siyonîst vêcarê ava vexwarinê ya li xerba Qudsê qut kirine  û xelkê Filistînê ev demek dirêj e ku bi vê meselê re rû bi rû ye.

Semah el Kehleyê ku temsîlkarê Ramallahê ya qanala El Alemê ye  di derbarê mijarê de diyar kir xelkê heremê  ev demek dirêj e ku bi mişkîlê re rû bi rû maye û dû re wiha got:  “Mehê tenê carek an jî du caran ji xelkê re av tê dayîn.”

El Kehle di berdewama axavtina xwe de diyar kir ava wan a rojane têra wan nake  û xelk ji bo karibe avê tedarik bike gelek pereyan ji naçarî dide avê. El Kehle dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê dîsa xelk nikare ava xwe ya rojane  tedarik bike. Ev qeyrana avê cara ewil di sala 1967an de ango di dema îşxala ku hat kirin de derketiye holê.

Midûrê Karên Avê yê bajara Ramallahê  Besam Sevalha  jî di derbarê mijarê diyar kir  mişkîleya avê li heremê ji mişkîle û problemên herî girîng bes problemek e.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe