Îşxalkerên siyonist cardin li Taxa Şêx Cerrah êrîş birin li ser Filistînîyan: 20 birîndar

Hat ragihandin di encama êrîşa îşxalkerên siyonist a li Taxa Şêx Cerrah de20 Filistînî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şênîyên îşxalker digel polêsan êrîş birin li ser Filistînîyan û malên Filistînîyan dan ber keviran. Tê diyarkirin di êrîşê de mala ku aîdî malbata El-Qasim bû hat şewitandin ku di dema bûyerê ehlê malê di mal de bûn.

Ji ber êrîşa ku hat kirin Filistînîyên li taxê daketin kolanan da ku xwe biparêzin û xwepêşan li dar xistin. Şênîyên îşxalker digel polêsan êrîş birin li ser Filistînîyan ku di encama êrîşên ku hatin kirin de 20 Filistînî birîndar bûn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e