Îşxalkerên siyonîst êrîşî Xezzeyê kirin

Îşxalkerên siyonîst li çend herêmên şerîda Xezzeyê êrîşên asimanî li dar xistin, hat ragihandin di êrîşan de 3 Filîstînî birîndar bûne.

Hat daxuyandin di êrîşên asimanî yên ku ji teref îşxalkerên siyonîst ve hatin lidarxistin de 3 Filîstînî birîndar bûne. Derbarê rewşa birîndaran de Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Filîstînê Eşref El-Kudra daxuyaniyek da. El-Kudra di daxuyaniya ku belav kir  de destnîşan kir reşwa birîndar baş e.

El-Kudra di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir balafirên siyonîstên îşxalker li Kampa En-Nuseyratê hinek herêman hedef girtine û êrîş bûne sedema zirareke mezin.

Her wisa hat ragihandin îşxalkerên siyonîst êrîş birine li qada Burakê ya ku aîdî Mufrezeyên Qudsê ne û 4 mûşekan jî avêtine herêma li rojavayê bajarê Rafahê û 2 mûşek jî avêtine qada Hittîna aîdî Tugayên Îzzeddîn El-Qassam.

ÎLKHA


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin