Îşxalkerên siyonîst li Rihayê hatin telînkirin

Ew teror û zilma ku ji teref siyonîstên terorîst ve li Qudsê tê sepandin li Rihayê ji teref Şaxa Ciwanan aSerokatiya Bajêra Rihayê yê HUDA PARê ve hat telînkirin.

Li Rihayê ew teror û zilma ku ji teref siyonîstên terorîst ve li Qudsê tê sepandin ji teref Şaxa Ciwanan a Serokatiya Bajêra Rihayê yê HUDA PARê ve bi daxuyaniya çapemeniyê hat telînkirin. Gelek welatî beşdarî daxuyaniya çapmeniyê bûn. Girseya ku li Qada Rabîa kom bû bênavber dirûşmayên mîna ‘ Ji Rihayê ji Eqsayê re hezar silav’, ‘ Misliman raneze li qibleya xwe ewil xwedî derkeve’ hatin avêtin û pankar û afîşên ku li ser wan nivîsên mîna ‘Ji bo zaliman bijî cehennem’, ‘Îsraîlê qatil ji Filistînê biqewite’ dihat nivîsandin hatin vekirin.

Metna daxuyaniya çapemeniyê ya ku bi dirûşmeya ‘Ji Bo Qudsê Rê Vekiriye’ hat tertîpkirin ji teref Serokê Şaxê Ciwanan ê Rihayê yê HUDA PARê  Cumalî Taba ve hat xwendin.

Serokê Şaxê Ciwanan ê Rihayê yê HUDA PARê Cumalî Taba diyar kir terorîstên siyonîst ji 14ê Tîrmehê vir ve Mescîda Eqsayê bi rojan ji îbadetê re digre û ku ev yek jî bêperwatiya wî nîşan dide û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Ew Filistîniyên ku astengkirinên siyonîstan protesti kirin ji teref îşxalkerên nemerd ve hatin şehîdkirin û bi dehan kes jî hatin birîndarkirin û bi sedan kes jî hatin girtin.”

Taba di berdewama axavtina xwe diyar kir azadiya Qudsê azadiya ummetê ye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Divê em ji azadiya Quds û Mescîda Eqsayê gelek zêde hewil bidin.”

ÎLKHA



























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe