Îşxalkerên sîyonîst pîrekeka Filistînî şehîd kir

Leşkerên rejima îşxalker a sîyonîst, êrîş li Şerîaya Rojava kir û pîrekeka Filistînî şehîd kir.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat belavkirin, leşkerên rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîş li bajaroka Beytunyaya ku li bajara Ramallaha Şerîaya Rojavayê ye kir.

Di dema êrîşê de pîrekeka ku di nav erebeya xwe de bû gule li serê wê ket û şehîd bû.

Hat destnîşankirin ku cenazeya pîreka Filistînî ji teref malbatên wê ve hat girtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"