Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn a Nû(YORSAM) li bajarên Diyarbekir, Riha û Mêrdînê bi ji 200 hezarî zêdetir xortî re xebata bi navê ‘ Xortên heremê çi dixwazin?’ tertîp kir. YORSAM netîceya xebata ku kir bi raya giştî re parve kir.
Serokê YORSAMê Yilmaz Demîrhan di derbarê xebata ku hatiye kirin de wiha axivî: “Xebat bi ji 200 hezarî zêdetir xortî re hat kirin. Di encama xebatan de îtîbara bi artêşê di rêjeya 3,8an de îtîbara li darazê di rêjeya 5,1an de û îtîbara bi ewleakriyê di rêjeya 5,1an de ye.”(ÎLKHA)