“Îttîfaqa xaçperestan di dawiyê de xwe da nîşandan”

Serokkomar Erdogan bal kişand ku welatên Yekitiya Ewrûpayê li Vatîkanê hatine cemhev û wiha diyar kir: “Ev geşedan tişteke tîne hişê mirov; we xêr e! Hûn çima li Vatîkanê hatine cemhev? Îttîfaqa xaçperestan di dawiyê de xwe da nîşandan.”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Sancaktepeya Stenbolê beşdarê bernameya vekirina komî bû. Serokkomar wiha diyar kir: “Îttîfaqa xaçperestan di dawiyê de xwe da nîşandan.”

Serokkomar Erdogan wek axavtin ji Yekitiya Ewrûpayê re bi tûndî wiha bertek nîşan da: “Ev dirist nînin. Niha welatên endamê Yekitiya Ewrûpayê, li Vatîkanê hatine cemhev. Ev geşedan tişteke tîne hişê mirov; we xêr e! Hûn çima li Vatîkanê hatine cem hev? Hûn çima di hizûra Papa de hatine cemhev? Papa ji kengî ve bûye endamê Yekitiya Ewrûpayê? Îttîfaqa xaçperestan di dawiyê de xwe da nîşandan. Heta îro ji me re çi digotin? Ji me re digotin, ‘hûn ji me re wiha dibêjin. Lê tişteke wiha tune’. Rast e. Hûn ji ber ku Tirkiye Misliman e wê hilnadin hindir.” (ÎLKHA) 






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin