Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de derbarê mijarê de hat ragihandin ev yek nayê qebûlkirin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Em beyanata ku derbarê Yekîtiya Alimên Misliman ên Cîhanê û Konseya Îslamê ya Cîhanê û alimên rêber ên ummeta Îslamê hene qebûl nakin. Em bang li ummeta Îslamê dikevin da ku li rêberên xwe xwedî derkevin. Ew lîsteyên qaşo yên terorê yên ku berî niha ji teref dewletên kafir ve dihatin amadekirin û li ser raya giştî ya cîhanê didan ferzkirin niha em vê yekê ji wan welatên ku wek navenda alema Îslamê tê hesibandin û ji Harema Şerîf re xwedîtîtiyê dike dibihîzin ku ev yek me heyirî dihêle û her wisa nîşanî me dide ku ev rejîm ketine nava zilleteke çawa.
Di dawiya beyanetê de hat ragihandin divê li dijî qerarê bê deng neyê mayîn û dû re wiha hat gotin: “ Em wek Yekîtiya Alim û Medresyan bang li Mislimanên cîhanê dikin, li dijî vê yekê bisekinin û li alimên xwe xwedî derkevin û bertekên pêwîst nîşan bidin.”
ÎLKHA