Îxwan Diyar Kir

Dr. Ebdulxeffûr: “Her Tişt Di Kontrola Îxwan De Ye

Li Misrê tansiyon hê daneketiye. Protestoyên li ber kirinên Mûrsî, hê dewam dikin. Bi hezaran kes li Tahrîrê kon vekirine. Hikûmeta nû protesto dikin. Mehkema temyîza ku hemî endamên wê ji teref Mubarek ve hatibûn tayînkirin jî, îfade kir ku heta Mûrsî ji qerarên venegere, wê nexebite. Her wiha destek û mîtîngên ji Muhammed Mûrsî re jî berdewam in. Hat gotin ku wê sibê ji bo piştevaniya Mûrsî mîtîngek mezin li dar bixin.

Di navbera piştevan û muxalîfên Mûrsî de, carna bi sivikahî pevçûn jî diqewimin. Di hadîseyan de nêzî 340 mensûbên Îxwan birîndar bûne.

Li aliyê din cemaeta Îxwan diyar kir ku, her tişt di bin qontrola Îxwan de ye. Merkezên Îxwan, ji teref ciwanên mensûbên Îxwan ve tên hefidandin. Berî niha Îxwan xwestibû ku hêzên ewlehiyê buroyên wan bisitirîne.

Ji lîderên Îxwan Dr. Eşref Ebdulxeffûr, ji qezeta Doğruhaberê re weha beyan kir “Tevgerên protestoyan qesdî tên kirin. Helbûkî qirarên ku ji teref Mûrsî ve hatine dayîn, ji bo menfîeta xelkê Misrê ne. Piştî şoreşê, li Misrê dewrek cîddî diqewime. Tora teşkîlateka Îxwan, gelekî xurt e. Em tu endîşeya nakin. Lewra her tişt di bin kontrola Îxwan de ye.” www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin