Îxwan: Muhammed Kemal ‘di binçaviyê de’ hat şehîdkirin

Wezareta Karên Hindûr ê derbeker îddîa kir ku ji Serokên Îxwanul Muslîmun Muhammed Kemal di pevçûnê de hatiye kuştin, lê Îxwan di daxuyaniya ku weşand de destnîşan kir Kemal di binçaviyê de hatiye şehîdkirin.

Di derbarê şehîdiya  Dr. Muhammed Kemalê ku ji serokên Îxwanul Muslîm e de ji teref Wezareta Karên Hindûr a rejîma darbeker ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin  Dr. Muhammed Kemal di operasyona ku li mala wî hat kirin de  hatiye kuştin.

Lê belê Îxwanul Muslîmun vê îddîaya Wezareta Karên Hindûr a rejîma darbeker derewand û di derbarê mijarê de ragihand Dr. Muhammed Kemal ji teref eskerên darbeker ve hatiye binçavkirin û di binçaviyê de hatiye qetilkirin.Digel Kemal, her wiha endamê Buroya Rêbertiyê yê Îxwanil Muslîmun Yaser Şehade jî hatiye şehîdkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye