Ji 3 hezarî zêdetir sîyonîst êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin

Di meha Sibatê de, ji 3 hezarî zêdetir îşxalkerên sîyonîst êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin, di pevçûna ku li Qudsê derket de ciwanek şehîd bû, 175 kes hatin êsîrgirtin û 37 avahî jî hatin xerakirin.

Di meha Sibata borî de, di îxlal û êrîşên ku li Qudsê ji teref sîyonîstan ve hatin kirin de ciwanekî Qudsî hat şehîdkirin.

Hat diyarkirin ku di êrîşa Qudsê de 175 Qudsî hatin êsîrgirtin, ji van jî 6ê wan pîrek, 31ê wan zarok in, dadgehê îşxalkeran jî derheqê 14 kesan de jî qerara girtinê derxist.

Êrîşên şênîyên îşxalker yên di bin parastina rejîma îşxalker a sîyonîst de jî li Mescîdî Eqsayê dewam kirin û hejmarê şênîyên Cihûyî yên ku êrîş kirin jî 3326 kesan dît.

Di nav sînora Qudsê de jî 37 avahî ji teref îşxalkeran ve hatin xerakirin. Di nav wan avahîyan de tesîsên ku ji bo çandinîyê dihatin bikaranîn, xanî û cîhên karê jî hene. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye