“Ji 55 birîndaran rewşa 6 kesan xedar e”

QEYSERÎ - Wezîrê Karûbarên Hindir Suleyman Soylu û Wezîrê Tendrustiyê Recep Akdag daxuyaniyekî hevpar lidarxistin û di derbarê êrîşa li Qeyseriyê de agahî dan.

Wezîrê Karûbarên Hindir Suleyman Soylu û Wezîrê Tendrustiyê Recep Akdag di derbarê êrîşa li Qeyseriyê ya ku li ber zanîngehê hat lidarxistin û di encama êrîşê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan de daxuyanî dan.

Wezîrê Karûbarên Hindir Suleyman Soylu diyar kir ku dê serê xwe li ber van êrîşan netewînin û wî diyar kir armanca wan ew e ku yekitiya Tirkiyê xera bikin.

Soylu wiha diyar kir: “Heke ew zen dikin ku dê bi van êrîşan em xwe li paş bidin pêwîst e ku bizanin dê ev yek tekoşîna me ya bi terorê re bandordar neke. Dê em bi gel, hikûmet û dewleta xwe vê biryarê bidomînin. Kesên ku nekarîn di 15ê Tîrmehê de Tirkiyê îstîla bikin hewl didin ku serê Tirkiyê li ber êrîşan bitewînin û gelê me bê umîd û bê hêvî bikin. Armanca terorê ew e ku neyîniyek pêk bînin. Dê em misadeya vê yekê nekin.”

“Ji 55 birîndaran rewşa 6 kesan xedar e”

Wezîrê Tendrustiyê Recep Akdag di derbarê tedawiya birîndaran de daxuyanî da. Akdag wiha pê de çû: “Di nexweşxanê de 55 birîndar hene. 38 kes di Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Ercîyesê ne. 9ê wê di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê û yên din jî di nexweşxaneyekî taybet de ne. Rewşa 6 kesan xedar e. Personelên tendirûstiyê xizmet dikin.” (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye