“Ji %60 sedemên qezayên trafîkê bikaranîna telefonê ye”

Serokê Konfederasyona Hûnermend û Esnafan a Tirkiyê (TESK) Bendevî Palandöken,îfade kir kuji %60 sedemên qezayên trafîkê bikaranîna telefonê ye.

Serokê Konfederasyona Hûnermend û Esnafan a  Tirkîyê (TESK) Bendevî Palandöken, da zanîn ku qeza ji sedî 60 ji ber ku ajokar bi telefonê xeber didin pêk tên

Serokê (TESK)ê Bendevî Palandöken, li ser hesabê xwe yê twîttirê derbarê qezayên trafîkê de beyanateke nivîskî weşand. Palandöken, da zanîn ku di meha Tebaxê de li giştiyê Tirkiyê bi giştî 39 hezar û 99 heb qezayên trafîkê qewimîne.

Bendevî Palandöken  di berdewama daxuyaniyê de di bîran xist ku di dema ajotina wesayîtan de bikaranîna telefonên bi aqil rîska qezayê zêdetir dike û de weha got: “Di van demên dawî de sedema zêdebûna qezeyan ji sedî şêst di dema ajotinê de bikaranîna telefonan e. Dema ajovan erebê dajon û telefonê bikartîne rîska qezeyan derdixe 4 qatan. Niha tenê ez behsa rîska axaftina bi telefonê dikim. Lê belê hin ajovan telefonên xwe bi erebê ve girê didin û telefonê bi vî awayî bi kar tînîn, feqet ev tewr rîska qezeyan kêm nake. Kesên telefonê di rê de bikartînin tenê bi awakî fîzîkî meşxûl nabin, ji meşxûltiya fîzîkî zêdetir bi awakî zîhnî jî meşxûl dibin û ev tewr dibe sedema kêmbûna dîqetê ku ev jî rîskên qezayan zêdetir dikin”.

Palandöken di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir di meha tebaxê de 39 hezar û 99 qeza pêk hatine û ji van qezayan tev de 7 hezar û 935 qeza ji ber surata zêde, şert û mercên trafîkê çêbûne.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e