Melayên Mescîda Eqsayê û alimên Qûdsê bi daxuyaniyeke hevpar a nivîskî ji bo Mislimanên Rohîngyayî bang kirin da ku Mislimanên Rohîngyayî yên ku li parêzegeha Arakan Myanmarê tên qetilkirin bên rizgarkirin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat destnîşankirin: “Mislimanên Rohîngyayî yên ku li parêzegeha Arakan Myanmarê, îro li ber çavên rêxistinên navteweyî û dewletên Îslamî û ereban marûzî jenosîdê dibin, tên qetilkirin û tên qirkirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin sedema van îşkence û qetlîamên ku li Mislimanên Rohîngyayî tên kirin girêdayîbûna wan a bi Îslamê ye û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Digel ku Mislimanên Fîlîstînî û Qudsî marûzê her cûr îşkenceyên sîyonîstên îsraîl dimînin jî ew ê li dijî zilma ku li birayên wan ên li Arakanê tên kirin re bêdeng nemînin.”
Di 9ê Cotmeha 2016an de êrîş li qereqolên li ser sînora Rohîngyayê hatibû kirin û di êrîşê de 13 jê eskerên Burmayî tev de 29 kes miribûn. Artêşa Burmayê ya ku vê êrîşê ji xwe re kire hincet 600 kesî binçav kir û ji van 600 kesan 400 kesî şehîd kir. Her wiha hat diyarkirin artêşa Burmayê gelek gund şewitandin û tecawîzî gelek pîrekan kir.(ÎLKHA)