Ji Aliman ji bo Gormezê Serokê Karên Diyanetê piştgirî

Alimên ku derheqê îddayên ew ê Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez dev ji kar berdê de nirxandinan kirin derheqê mijarê de diyar kirin pêwîst e Gormez li ser serê wezîfeya xwe be.

Weke ku tê zanîn ev çendakî ye ku tê îddîakirin ew ê Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez dê dev ji karê xwe berde. Ji ber van îddîayên ku tên kirin alimên heremê daxuyanî da. Alimên ku derheqê mijarê de nirxandinan kirin diyar kirin Gormez bi heqê wê ji Îslamê re xizmetê dike û ji bo xelkê bi Îslamê ronî bike hewil dide.

Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mehmet Şenlîk  ji roja ku diyanet hatiye damizrandin vir ve bi fealiyetên Mehmet Gormez balan kişandiye li ser xwe. Şenlîk her wiha diyar kri Gormez  ji Îslamê re xizmetê dike  û hewil dide da ku bi Îslamê xelkê ronî bike.

Endamê Lijneya Birêveberiya Îttîhadul Ulemayê Abdulqudus Yalçin jî derheqê mijarê de diyar kir Gormez bi heqê wê wezîfeya xwe bi cî tînê û dû re wiha got: “ Mehmet Gormez ji wan serokên diyanetê yên ku ez wî herî baş nas dikim e. Mehmet Gormez bi rastî jî  hewil dide ji Îslamê re xizmetê bike, wezîfeya xwe bi cî bîne. Ji ber wê yekê dema ku em ji hêla Îslamî ve lê dinêrin em wî musbet dibînin. Em wan xebatên ji teref wî ve  hatine kirin ji aliyê Îslamî ve baş û qenc dibînin. Em ji bo Xwedê jê hez dikin.”

ÎLKHA










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe