Ji alimên Kurdistanê bo Qudsê banga wehdetê

Alimên Kurdistana Îranê yên ku qerara Serokê Amerîka Trump a naskirina Qudsê wek paytexta sîyonîstan nirxandinderbarê mijarê ji Mislimanan bo Qudsê banga wehdetê kirin.

Ji Baneya Kurdistana Îranê  Mamoste Mela Mecît Kerîmpur derbarê mijarê de diyar kir di warê lênerîna Qudsê de di navbera Kurd, Tirk, Faris û Ereban de tu ferq tuneye û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Azadîya Qudsê encax di bergeha yekîtîya  azad û biratîyê de mimkûn e. Ew qerara Trump a naskirina Qudsê wek paytexta îsraîl  li ber çavên me wek qirşik û çopên li ser avê ne. Em hêvî dikin ku ji nav me ji nû ve Selahaddînek derkeve û di nav me wehdetê saz bike û Qudsê ji nû ve azad bike. Em hêvîdar in ew ê wehdet, yekîtî û biratîya Mislimanan pêk bîne.”

Ji Ûrmîyê jî Mamoste Mela Fettah Daxistanî jî derbarê mijarê de diyar kir Qudsê wek peytaxta sîyonîstên îşxalker naskirin di nav Mislimanan de de dê bibe sedema acizî û bertekan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber ku Quds ji teref hinek kesan ve wek paytexta cihûyên îşxalker hat îlankirin di nav Mislimanan de acîzeyek derket holê û Mislimanan bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Ji nav destên cihûyan derxistina Qudsa ku qibleya me ya ewil e wezîfeya me Mislimanan e. Ji bo em karibin li ser cihûyan hakim bibin divê di nav Mislimanan de yekîtî û wehdet hebe. Ji ber ku îro di navbera Mislimanan de berberî heye û hev dikujin kesên mîna îsraîl, Amerîka û Trump ji vê yekê sûdê werdigrin û Qudsa me ya pîroz ji me distînin û didin cihûyan. Em ji Xweda teleb dikin ku cardin di nav Mislimanan de wehdet û îttîhadê tesîs bike û Qudsê ji cihûyan bistîne û bide me.”

ÎLKHA












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin