Ji Amerîka tehîda qustax: Em ê vê ji bîr nekin

Di dengdayîna Qudsê ya ku li Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin de Amerîkaya emperyalîst bi tena serê xwe û ji ber vê yekê daxuyanîyeke qustax da û got: “Em ê vê yekê ji bîr nekin.”

Pêşnûmaya “ji hêla hiqûqê ve tu hukmê wê tuneye” ya derbarê  qerara “Amerîka Qudsê wek paytexta siyonîstan îlan kir” de ji  Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî re hat pêşîwazkirin. Pêşnûmaya ku hat bo dengdayînê hat teqdîmkirin ji teref Amerîka ve hat vetokirin û 14 welatên din jî destekê dan pêşnûmayê.

Ji ber ku 14 welat destekê dan vê pêşnûmayê û Amerîka jî vê pêşnûmayê red kir derket holê ku di vî warî de Amerîka bi tena serê xwe ye.

Amerîkaya emperyalîst piştî ku pêşnûmayê veto kir re li djiî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî gefan xwar û  destnîşan kir ev yek li hember Amerîka heqaretek e û em ê vê yekê ji bîr nekin.

Nîkkî Halleya Temsîlkara Daîmî ya Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê mijarê de diyar kir pêşnûma li dijî Amerîka heqaretek e û em ê vê yekê ji bîr nekin.

Her wisa ji teref Rîyad Mansurê Temsîlkarê Daîmî yê Fîlîstînê yê NYyê jî derbarê mijarê de diyar kir “Bi vê qerarê dê tu tişt neyê guhartin û ew ê Quds her tim wek dilê Fîlîstînê bimîne.”(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e