Her weke ku tê zanîn balafira ku digel 9 personel û 72 rêwiyên ji Bolîvyayê ber bi Kolombiyayê ve hereket dikir ketibû xwarê. Hat hînbûn balafir dema ku di seheya hewayê ya Kolombiyayê de bû têkilî qut bûye û di encamê lêkolînên ku hatine kirin de eşkere bûye ku balafir ketiye xwarê.Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di nava rêwiyên balafirê de futbolvanên tîma Chapecoense AFê ya Brêzîlyayê jî hene.
Ji teref şîrketa balafirgehê hat ragihandin 6 kes hatine xelaskirin.(ÎLKHA)