Ji Bankaya Zexîreyê ya Cîzre Nûhê bangewaziya alîkariyê

Bankaya Zexîreyê ya Cîzre Nûhê, ji ber ku medûriyeta gel zêde bûye û derfet kêm bûne ji saziyên civakî ya siwîl û xêrxwazan re bangewaziya alîkariyê kir.

Bankaya Zexîreyê ya Cîzre Nûhê ya ku karûbarên xwe li Cizîra Şernexê bi rêve dibe ji ber qedexeya derketina derve ya ku di 14ê berfanbara 2015an de hatibû îlankirin û hêj jî didome ji bo ku alîkarî li gel were kirin bangewaziya alîkariyê kir.

Ji bo ku mexduriyeta gel tê de ye were çareser kirin ji teref  Bankaya Zexîreyê ya Cîzre Nûhê ve bangewaziya alîkariyê hat kirin. Bangewazî wiha hat diyarkirin: “Ji 14ê berfanbara 2015an de qedexeya derketina derve hat îlankirin. Ev qedexe 22 roj e ku didome. Ji ber vê yekê gelê Cizîrê pir şerpeze û belengaz bûye. Cizîr bûye wek derek afetê û rewşa ku gel tê de ye hinava merov dişewitîne. Di gelek taxan de ceyran tune û av hatiye birîn. Erzaq û zexîreyên ku ji teref gel ve hatibû stoq kirin jî qedyaye. Her wiha ji bo ewlehiya navçeyê anîna zexîrê ya nav navçê sînordarkirî ye. Li Cizîrê nifûs qelebalix û malbat jî bi heman şiklê ye. Tengasiya aboriya wan heye.”

Ji bo ku mexdûriyetên navçeyê were çareser kirin rêvebirên Bankaya Zexîreyê ya Cîzre Nûhê daxwaziya alîkariyê ya ji bo gel kirin. Her wiha  rêvebiran diyar kirin ku heke xêrxwaz hebin ew wek komele amade ne ku alîkariya dê were kirin pêk bînin.

Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Wek Komeleya Alîkarî, Piştgirî û Zexîreya Bankayê ya Cîzre Nûhê çendîn sal e ku di bergeha alîkariyê de karûbarên xwe li Cizîrê bi rêve dibin. Em him li navçeya xwe him jî li herêm bi mexdûriyetên aborî û derûnî re tekoşîn dikin. Mimkûn nînin ku em bi derfetên xwe tenê vê mexdûriyetê çareser bikin. Ji bo ku ev mexdûriyet werin çareserkirin em bang li xêrxwaz û SCSê dikin da ku ev xêrxwaz ji bo rizayê Xwedê Teala alîkariya gelê ku mexdûr bûne bikin.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar