Ji Başîqayê dîroka vekişîna eskerên Tirkiyê diyar bû

ENQERE - Sefîrê Enqerê yê Iraqê Îbrahîm El Alevî destnîşan kir wan li hev kirine ku eskerên Tirkiyê piştî operasyona Misûlê dê ji Başîqayê vebikişe.

Îbrahîn el Alevî di daxuyaniya ku da endamên çapemeniyê de axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domand: “PKK jî di nav de em destûr nadin tu komên biyanî da ku li Iraqê bi cî bibin. Em naxwazin Tirkiyê li ser axên Iraqê operasyonan bike.  Ger ku mişkîleya Başîqayê bê çareserkirin em ê hevkariyên eskeriyê yên din bi Tirkiyê re gotûbêj bikin. Me li hev kiriye ku eskerên Tirkiyê piştî operasyona Misûlê  ji Başîqayê vebikişin.” (ÎLKHA)


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin