Jı bêkesan re bûn hêvî û umîd

Jı bêkesan re bûn hêvî û umîd- Ûmûd Qapısı Gıda Bankasîya Dîyarbekır û Ûmût-Dera Tatwana Bedlîsê jı sêwî û muxtacan re bûn hêvî.

Jı bêkesan re bûn hêvî û umîd

Platforma Kerwana Ûmûdê, careke dın, jı malbatên bêkes û sêwî re bûn ûmdîd û careke dın rûyê wan bı alîkarîyan kêf xweş bûn. Jı endamên platformê, Ûmût Kapısıya Dîyarbekır û Ûmût-Dera Tatwana Bedlîsê destê alîkarîyê dırêjî muxtac û feqîran kırın.

Komel û sazîyên sivîl yên endamên Platforma Kerwana Ûmûdê, xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne.

Ji endamê platformê, Ûmûd Kapisi Gida Bankasîya Dîyarbekirê, di meha Sibatê de jî, alîkarî gîhandin bi sedan malbatên feqîr.

Ji rayedarên sazîyê Siddiq Fûrqan, derbarê falîyetan de beyanat da. Fûrqan îfade kir ku wê xebatên wan yên alîkarîyê bidomîne.

Siddiq Fûrqan, di beyanata xwe de dîyar kir ku di nava malbatên ku alîkarê li wan belav dikin  de mahcirên Sûrîyeyî jî he ye.

Fûrqan weha got: “Di vî warî de, em ji bo hemî kesên ku destek dane me û ji hemî xêr xwazan re malavahîya xwe tînin ziman. Ji bo endam û dildayên ne yên ku bi fedakarî xebitîn jî bi taybet em malşavahîya xwe tînin ziman û wan pir teşekur dikin. Xweda ji hemîya razî be û xêra wan qebûl bike înşallah.”

Komela ÛMÛD-DERa ku li Tatwana navçeya Bedlîsê falîyetan dike, li malbatên muxtac û feqîr alîkarîya goştê sor belav kirin.

Serokê komela ÛMÛD-DERa Tatwanê Fesîh Ûlûgöl, der heqê xebatan de agahî parve kir.

Ûlûgöl, îfade kir ku di navbera xêrxwazan û malbatên muxtac de dibin pira xêrê û wê xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin.

Serokê komelê Ûlûgöl weha peyivî: “Alîkarîya ku ji teref xêrxwazan ve gîhaştin me, me jî li feqîr û bêkesan belav kir. Ji niha û pêve jî, emê li gorî îmkanên xwe falîyetên xwe bidomînin. Lê belê ji bo ku em xwe bighîne hê bêtir muxtacan, hewceya me bi alîkarîya xêrxwazan heye.”
BANGAHEQ

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar