Di bergeha projeya Şaredariya Nîlufera Bûrsayê de li mekteban kitêba bi navê ‘Quzilqurt’ ê ku nivîskarê wê Muzaffer Îzgu ye û di navaroka kitêbê de tiştên mustehcen hene ji xwendevanan re hatin belavkirin.Ji ber vê yekê Şeker di derbarê mijarê de destnîşan kir ev kiryara ku hatiye kirin li dijî Qanûna Bingeh a Perwerdehiya Neteweyiyê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “A niha em ji vê derê pirs dikin.Ew ê hisaba vê bêexlaqiyê kî bide?Ev kitêbên ku li dijî çand, orf, bastan û nirxên civakê ne çawa hatin belavkirin?”
Şeker di dawiya axavtina xwe de bang li kesên rayedar kir da ku li ser vê meselê bê sekinîn(ÎLKHA)