Ji ber berfê şofêrên TIRan di rê de mahsûr man

Ji ber berfa ku li Agiriyê bênavber dibare şofêrên TIRan mahsûr man.

Berfa ku roja pênçşemê li Agiriyê dest pê kir bênavber didome, ji ber berfê gelek rê hatin girtin û di rêyên ku hatin girtin de şofêrên TIRan mahsûr man.

Orhan Oktayê ku şofêrê TIRê ye  di derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku rê hatine girtin ew nikarin bi derekê ve biçin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Rayedar tedbîrên pêwîst nastînin. Ev 3 roj e ku em li vê derê ne. Rayedarek nehat û di derheqê rêyên girtî û vekirî de agahî neda me. Ji bo TIRên me qeşa negrin em wan îstop nakin. Tu kes nehat derdê me guhdar nekir. Rê bi wesayîtan hatine dagirtin. Dema ku li Stenbolê berf dibare temamê tedbîran tên standin. Gelo yên li vê derê ne welatî ne? Em nexweş ketin, psîkolojiya me xera bû, di berîka tu kesî de pere nema. Divê dewlet li ba me da ku em xwe di ewlehiyê de  hîs bikin.”

Kesê bi navê Osman Şahîn jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em û temamê hevalên xwe li Agirî mahsûr mane. Em mexdûr in. Ji ber ku tu kes halê me napirsî em nizanin çi bikin. Mixabin xebateke ciddî tune ye.” (ÎLKHA)




















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye