Ji ber hîcabê nehiştin têkeve îmtîhanê

Li Entebê xwendevanekê qîz a ku ew ê ketiba îmtîhana LYSê ji teref berbirsîyarê avahîyê ve bi hinceta hîcabê ji cihê ku têkete îmtîhanê hat derxistin.

Li Entebê xwendevanekê bi navê Amîne Aslan a ku têkete îmtîhana LYSê ji teref berbirsîyarê avahîyê ve bi hinceta hîcabê ji cihê ku têkete îmtîhanê hat derxistin.

Amîne Aslan a ku ji îmtîhanê hatibû derxistin di derbarê bûyerê de wiha ragihand : “Berî îmtîhanê 40 deqîqe ez hatim cihê ku ez ê lê têkevim îmtîhanê. Dema ku ez hatim wezîfedarên ku li îmtîhanê de wezîfedarbûn nasnameya min erê  kirin û ez çûm mezela ku ez ê lê têkevim îmtîhanê.”

Li gor îdiayan piştî demekê berpirsîyarê avahî hat cem Aslan û lê zextan kir da ku rûyê xwe vebike û jê re wiha got”Hûn mecbur in ku rûyê xwe vebikin” , ji ber vê yekê Aslan jî wiha bersiva berpirsîyarê avahîyê da “Dema ku ez têketim avahîyê min ji kesên wezîfedarên pîrek re rûyê xwe vekir wan jî nasnameyên erê kirin. Heger hûn jî dixwazin nasnameya min qontrol bikin hûn dikarin di çavderîya pîrekekê de nasnameya min bidin tespît kirin.”

Li gor îdiayan  hat diyarkirin digel ev qas tiştî berpirsîyarê avahîyê ji Aslana ku ew ê têketiba îmtîhanê re asteng derxist û ne hişt têkeve îmtîhanê.

“Têketina wê îmtîhanê heqê min bû” 

Aslan di derbarê bûyerê de wiha ragihand: “Keda min a salekî bi ber avê re çû. Têketina wê îmtîhanê heqê min bû. Belê rast e ez dikaribûm rûyê xwe vebikim û têkevim îmtîhanê ; lê belê dema min wiha kiribana ez ê tawîzê bidana ji vê muamelê re.”

Di derbarê bûyerê de Serokê Mezlûm Dera Entebê Sabrî Sayan diyar kir ku ew ê di derbarê bûyerê de  gilîdar bibin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar