Ji ber întîharên ku zêde dibin li Japonyayê Wezîrê Tenêtîyê hat tayînkirin

Li Japonyayê ji ber întîharên ku her ku diçe zêde dibin Serokwezîr Suga, Tetsushi Sakamoto wek Wezîrê Tenêtîyê tayîn kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di pêvajoya Coronavîrusê de li Japonyayê waqayên întîharê zêdetir bûn ku ev yek bû sedem hikûmet di vî warî de gavine bavêje.

Ji bo pêşîya întîharan bê girtin Tetsushi Sakamoto ji teref Serokwezîrê Japonyayê ve wek Wezîrê Tenêtîyê hat tayînkirin.

Sakamoto derbarê mijarê de daxuyanîyek da û destnîşan kir, Serokwezîr ez wezîfedar kirim da ku ez bi însanên ku tenê mane û ti kesî wan tune ye eleqedar bibim

Li Japonyayê  waqayên întîharê ji sedî 70 zêde bûn

Serokwezîrê Japonyayê Yoshihide Suga di daxuyanîya ku berî niha belav kiribûn de destnîşan kiribû, di meja Cotmeha sala 2020î de 880 pîrek xwe kuştin ku ev rêje li gor heman meha sala borî ji sedî 70 zêdetir e.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e