Ji ber ku ambûlans nehat birîndar bi pîqabê birin nexweşxanê

Li Akçakaleya Rihayê îskeleya înşaatê hat xwarê û 2 karker birîndar bûn, ji ber ku ambûlans nehat karkerên birîndar bi pîqabê rakirin nexweşxanê.

Hat ragihandin li Akçakaleya Rihayê îskeleya înşaatekê hat xwarê. Di dema ketina îskelê de 2 karkerên ku li qeta 3yemîn li ser îskelê bûn ketin xwarê û birîndar bûn. Ji ber bûyera ku qewimî kesên derdorê gazî ambûlansê kirin lê ji ber ku li Akçakaleyê   ambûlans tunebû diviyabû li benda ambûlansa ku dê ji Harranê hatibana bisekin.

Dema ku ambûlans nehat cihê bûyerê kesên derdorê piştî saatekê, kesên birîndar bi pîqabê rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn rewşa kesên birîndar baş e.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin