Ji ber ku beriya Remezanê bihaya nan hat zêdekirin xelkê bertek nîşan da

Nanê ku li Wanê bi 90 qurişî dihat firotin ji ber ku beriya Remezanê 20 quriş zam lê hat kirin welatiyan ji rewşê re bertek nîşan dan.

Li Wanê nanê ku ev demeke bi 90 qurişî dihat firotin 20 quriş zam lê hat kirin. Welatiyan ji ber zama ku beriya Remezanê li nan hat kirin nerazîbûnên xwe nîşan dan û ji rewşê re bertek nîşan dan. Welatî teleb kirin ku qerara zamê bila bê betalkirin.

Ji teref Odaye Taştêvan, Pastavan, Firinvan û Lokantavanên Wanê ve ji bihaya nanê ku bi 90 qûrişî dihat firotin re beriya Remezanê 20 qûriş zam hat kirin û buhaya nan derkete 1,10 TL. Ji ber vê zama ku hat kirin xelk ji rewşê re bertek nîşan da.

Kesê bi navê Îskender Botan di derbarê mijarê de diyar kir ji ber zama ku hatiye kirin ew şaş mane û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wek xelkê ji ber zama ku li nan hatiye kirin şaş man. Me di nava van zehmetiyan de hêvî dikir ku buha bê kêmkirin, lê buhaya nan zêde bû û ev yek jî ji bo me bû suprîz. Ji ber vê yekê divê rayedar dest bavêjin vê meselê. Ji 1,10 qurîşî firotina nan ji bo a niha nebaş e. Êdî kî bi van karan mijûl dibe bila li ser vê meselê bisekine.”

Her wiha welatiyên bi navê M. Siddiq Demîr, Veysel Tunul, Omer Guner, Ridvan Orhan, Haşîm Yilmaz û Salîh Guneş  jî di derbarê mijarê de nerazîbûnên xwe anîn zimên û wiha destnîşan kirin ‘ Însan bi zehmetî debara xwe dikin û buhaya nan tê zêdekirin, ev  zêdekirina buhaya nan ne rast e, bila tu kes vê yekê qebûl neke û bila şaredarî firinên nan ên xelkê vekin.’(ÎLKHA)
























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe