“Ji ber ku ceyran nîne em nikarin xizmetên tenduristiyê bistînin”

RİHA - Qoseriyên ku ji ber tunebûna ceyranê ji xizmetên tenduristiyê mahrum dimînin bang li rayedaran kirin da ku ev mişkîle bê çareserkirin.

Nîştecih destnîşan kirin ji ber qutbûnên ceyranê binkeya tenduristiyê û eczane nikarin xizmetê bidin û bang li rayedaran kirin da ku vê mexdûriyetê çareser bikin.

Weysî Erdemê muxtarê Taxa Medyayê di derbarê mijarê de destnîşan kir ew çendîn caran li rayedarên Dîcle EDAŞê geriyane, lê rayedar qet bi vê meselê eleqedar nebûne.

Erdem di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir digel Taxa Turgut Ozal hejmera nufûsa wan nêzî 40 hezarî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em li binkeya tenduristiyê her roj vê eziyetê dikşînin. Hemwelatî tên vê derê, lê doxtor dibêjin ji ber ku ceyran nîne sîstem naşuxilî. Hemwelatî dê çi bike? Em diçin DEDAŞê ji derdê me re nabe derman. Ev 6 meh e ku em vê zehmetiyê dikşînin. Em ji havînê ve ji wan re dibêjin ku ji me re trafo lazim e lê vaye bû zivistan û trafo neanîn ji me re. Em gazî kî bikin û em ê derdê xwe ji kî re bibêjin? Ez bang li rayedaran dikim. Hûn çi dikin bikin. Em perîşan in. Demildest ji vê re çareyekê bibînin. Ji ber ku ceyran û înternet tuneye doxtor nikarin bixebitin, dermanxane nikarin xizmetê bidin.”

Erdem di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber trafoyên ku diteqin têlên ceyranê dikevin erdê ku ev yek ji bo zarokan pir bi xeter e, ger ku telebeyek bi ceyranê ve bimîne dê hisaba vê yekê kî bide?

“Ji ber ku pêdiviya dermanan nayê tedarikkirin xelkê taxê mexdûr e”

Metîn Kayayê teknîsyenê dermanxanê di derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku ceyran nîne ew nikarin pêdiviya dermanan a xelkê tedarik bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em ketine zivistanê ve ceyran nînin. Serê 25 deqiqê carekê şalter davêje. Em jeneretotê dişuxilînin lê ew jî heta dereke. Em bi hemwelatîyan re rûbirû dimînin. Em digel doxtoran çûn DEDAŞê ba midûr. Ji me re got ku ew nikare tiştekî bike. Ger ku ew nikaribin tiştekî bikin, gelo em hemwelatî dê çi bikin? Em li vê derê hewil didin xizmetê bidin xelkê. Lê belê em nikarin dermanan bidin û em nikarin têkevin pergalê. Di vî warî de him em û him jî taxî mexdûr dibin. Di sarincê de di bihaya 50 hezar tlyê de derman hene. Em ê çawa karibin bi vî awayî van dermanan mihafeze bikin? Ger ku ev derman xera bibin dê hisaba vê yekê DEDAŞ bide? Ev yek wisa nadome. Em dixwazin di demeke kurt de mişkîleya me bê çareser kirin.”

Nîştecihên taxê yên bi navê Şemsettîn Kaya, Hesen Aslan û Şeyhmus Aslan jî di derbarê mijarê de nerazîbûnên xwe anîn zimên û destnîşan kirin ji ber tunebûna ceyranê alavên wan ên spî naxebitin û ji ber çûyîn û hatina ceyranê tev xera dibin, ew ji ber vê yekê mexdûr û dixwazin ev mişkîle bê çareserkirin.(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye