“Ji ber ku pêşnûmaya Qudsê bi hejmareke zêde hat qebûlkirin em kêfxweş in”

Serokomar Erdogan derbarê pêşnûmaya Qudsê de diyar kir “Ji ber ku pêşnûmaya Qudsê bi hejmareke zêde hat qebûlkirin em kêfxweş in.”

Qerara Serokê Amerîka Donald Trump a derbarê Qudsê de li Lineya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hat gotûbêjkirin û debbarê pêşnûmayê deng hat dayîn. Di encama dengdayîna ku hat kirin de pêşnûmaya Qudsê bi dengê 128 welatan hat qebûlkirin û bi vî awayî qerara Amerîka ya Qudsê wek paytexta sîyonîstan naskirin hat redkirin.

Serokomar Recep Erdogan piştî vê dengdayînê derbarê mijarê de ji ser twîtterê daxuyanîyek da û diyar kir: “Ji ber ku pêşnûmaya Qudsê bi hejmareke zêde hat qebûlkirin em kêfxweş in. Em li benda Trump in ku demildest ji vê qerara ku daye vegere. Ez ji wan hemû kesên ku destekê dane doza Quds û Fîlîstînê re li ser navê xwe û navê milletê xwe teşekur dikim.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin