Ji ber lehiya li Mêrsînê bihayê sewzeyan zêde bû

ÊLIH - Ji ber lehiya ku li Mêrsînê çêbû li gelek bajarên Tirkiyê bihayê sewze û fêkiyan zêde bûne.

Wekê ku tê zanîn çend roj berê li Mêrsînê lehî çêbûbû. Piştî ku Mêrsînê lehî çêbû li gelek bajarên Tirkiyê bihayê sewze û fêkiyan zêde bûn.

Esnafê hala fêkî û sewzeyan a ku ji vê ber lehiya li Mêrsînê wek neyînî bandordar bûye destnîşan kir ku ji ber zêdebûna behayê fêkî û sebzeyan him ev û hm jî hemwelatî mexdûr bûne.

Esnafê ku diyar kir berê ji ber rewşa li Şernex, Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Geverê wek neyînî bandordar bûbû niha jî ji ber lehiya ku li Mêrsînê çêbûye dîsa neyînî bandordar bûne.

Ji esnafê Serhan Demîr diyar kir ku ji ber lehiyê bihayê fêkî û sewzeyan 2 qat zêde bûye. Dûvre Demîr wiha axivî: “Beriya lehiyê bihayê kîloya îsotê 2 TL bû. Niha bûye 5 TL. Bacan 1,05-1,07 kurîş bû niha ew jî bû 5 TL. Xiyar 1,05-1,06 kurîş bû niha bûye 3 TL û 70 kurîş. Mandalîna berê 0,60-0,70 kurîş bû niha 1 TL 50 kurîş e.”

“Niha ji aliyê kar ve gelek pirsgirêk hene”

Demîrcî bal kişand pirskirêka ku ji pêvajoya şerê pê ve dest pê kiribû niha zêdetir bûye. Dûvre Demîr wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji xwe dema ku biha zêde ye gel nastîne. Dema nastîne jî firotin çênabe. Ji ber vê yekê di her dua liyan de piyase disekine. Berê me rojê wesayîtekî mal difrot. Niha di nabeyna 2 rojan de enxax em dikarin wesayîtekî mal bifroşin. Hala Êlihê ji bo herêmê girîng e. Dema biyanî neyên hala Êlihê firotin çênabe. Bi taybet ji teref Şernex, Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Gever û Wanê tên vira. Ji ber bûyer û şert û mercên hewayê êdî wekê berê biyanî nayên wira.”

Ji Esnafê Hasan Çakmaz jî wiha diyar kir: “Ji ber lehiya Mêrsînê di bihayê fêkî û sewzeyan de zêdebûyîn çêbûye. Ji ber felaketa lehiyê hinek sebze û fêkî tune. Yên ku hene jî pir beha ne. (ÎLKHA)


 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye