Li navçeya ku qedexe qismen lê hatiye rakirin mal,kargeh û camî çawa ku zirar dîtibin bi heman awayî mekteb jî gelek zêde ji pevçûnan zirar dîtin û bûn mîna kavil û xirabeyan.
Ji ber ku li navçê avahiyên perwerdehiyê hilwşiyane êdî perwerdehî jî nema kare bê dayîn.Mektebên Lîseya Meslekê ya Endustrî, Liseya Anadolu ya Ataturk ji wan mektebên ku hilweşiyane tenê çendik in.
Mektebên li navçê di pêvajoya qedexê de rasta êrîşên PKKyiyan hatin û ji teref wan ve wek çeperan hatin bikaranîn.Ji bilî wê polês û eskerên ku mektebên ku PKKyî tê de bûn bi destxistin jî wan mekteban qerargeh bi kar anîn.
Li navçê ji ber pevçûn û qedexeyan nêzî 44 hezar xwendevan nikarin biçin mektebê.(ÎLKHA)