Ji ber qelebalixa vegera eydê seferên pêvek hatin destpêkirin

DÎLOK - Piştî ku tatîla Îda Qurbanê xelas bû re kesên ku tatîlên xwe li memleketên xwe borandin êdî dest bi vegerê kirin, ji ber vê vegerê li Termînala Otobusan a Navbajêran qelebalixeke mezin derket holê.

Digel xelasbûna tatîla Eyda Qurbanê, li Termînala Otobusan a Navbajêran qelebalixa vegerê dest pê kir.Rayedarên acenteyan diyar kirin piştî ku tatîla 9 rojî bi dawî bû re ji ber ku hemwelatî ketin rêya vegerê, li otogara Entabê bû sedema qelebalixeke mezin.Kesên rayedar her wiha diyar kirin ew ji bo vegera rêwiyan li ber telebe rêwiyan re nagihijin.Ev teleba vegera encax bi seferên pêvek ên ku tên vekirin dikarin bên tedarikkirin.

Di derbarê mijarê de rayedarê firmayekê Ercan Babur agahiyan parve kir û wiha axivî: “Li otogarê qelebalixeke cidî heye.Ji ber ku xwendevan vedigerin mektebên xwe, vegera kesên ku ji bo betlaneyê hatine û destpêka mekteban otobus têra rêwiyan nakin.Di vî warî de zehmetiyek heye.Lê belê rêqiyên me mexdûr nabin.Lewra em ji îtayac bên tedarikkirin seferên pêvek tertip dikin.”(ÎLKHA)

 









 



 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye