Ji ber toz û tebarê em nikarin nefesê bistînin

MÊRDÎN - Li navçeya Qosera Mêrdînê xwendekaran ji ber ku dema wesayît derbas dibin toz û xubar radibe bertek nîşan dan û destnîşan kirin şaredarî wezîfa xwe pêk nayne.

Li navçeya Qosera Mêrdînê li ber 2 lîseyên ku 700 xwendekarên wan hene dema ku wesayît derbas dibin toz û xwelî radibe. Ji ber vî yekê xwendekar mexdûr in.

Xwendekarên Lîseya Îmam Xatîba Ozcan Yildiz û Lîseya Amadolê ya Meslek û Teknîkê yê Îbna Sîna diyar kirin ku di rojekî de çendîn wesayît di rêya li ber van lîseyan derbas dibin. Ji ber ku rê asfaltkirî nîne ew ji ber ax û tozê mexdûr dibin. Wan destnîşan kirin bila şaredarî wezîfa xwe pêk bîne.

Weliyan jî destnîşan kirin ku ew ji bo sazkirina rêyên li Taxa Aştiyê çendîn car çûne Şaredariya Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Navçeya Qoserê û pirsgirêkê anîne ziman. Lê şaredariyan hev dû sûcdar kirine û rê saz nekirine.

Îsmaîl Çevîkê endamê Rêvebiriya Malbatên Dibistanê ya Lîseya Îmam Xatîba Ozcan Yildiz destnîşan kir ku her roj gelek xwendekar û mamoste vî toz û xubarê dikêşin nav xwe.

Çevîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şaredarî karê hewalê hev dû dikin. Wek mazeret dibêjin xebata ceyran û xeza xwezayî rê xera kiriye. Qenalîzasyon tune. Di desthilatiya we de li vir xebatên ku dê werin kirin aydê şaredariyê ye. Mixabin xwendekar her roj vî tozê dikêşin nav xwe. Şaredarî di gel zehmetiya ku xwendekar dikêşin qedr û qîmetê nade mafên însan û hiqûqê û karê hewalê hev du dikin.”

Ji weliyan Mehmet Şerîf Baygut wiha axivî: “Divê ku demildest ev rê were sazkirin. Em ji rêvebiran vî yekê dixwazin. Mesele tendirustiya zarokan e. Gelek xwendekar nexweş in.”

“Zivistanê ji heriyê havînê jî ji xweliyê em nikarin bimeşin”

Selman Çakir ragihand ku ew zivistanê ji heriyê havînê jî ji xweliyê em nikarin bimeşin. Dûvre Çakir: “Rastî mirov nikare ji vir desrbas bibe. Sibeyan dema ku em peyatî tên em di nav toz û xubarê de dimînin. Zivistanan jî herî heye. Pêlavên me dibin herî. Em mexdûr in. Heke wiha bidome dê em nexweş bikevin.”

“Ji ber tozê hevalên me nexweş ketin”

Ji xwendekaran Abdullah Çakil destnîşan kir ew ji ber rê nikarin biçin dibistanê. Dûvre Çakil wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku ev rê nayê sazkirin pir ji erdê toz radibe. Em di nav toz û xubarê de dimînin. Ji ber tozê hinek hevalên me nexweş ketin. Bi rastî jî em pir zehmetî dikêşin.Zivistanan jî ji ber heriyê em nikarin biçin dibistanê.”

Ji xwendekarên pola 3 yemîn a lîseyê Harun Gunduz wiha axivî: “Li vir 3 dibistan hene. Şaredarî heta niha wezîfa xwe pêk naeniye. Bes navê şaredariyê heye. Li vir taştêya me jî toz e.”

 “Êdî em naxwazin tozê bikêşin nav xwe”

Ji xwendekaran Muhammed Melîk Ece diyar kir ku ew êdî naxwazin toz û xubarê bikêşin nav xwe. Dûvre Ece wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em sibe êvar di nav tozê de dimînin. Bila şaredarî qîmetê bide vira. Bila ya kevirê parkê bicî bike an jî asfalt bike. Êdî em naxwazin tozê bikêşin nav xwe.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye