Ji ber tozê dikandaran dikanên xwe girtin

Li Nisêbîna Mêrdînê ji ber toza ku bi rêya hewayê ku ji ser Sûrîyê hat dikandaran dikanên xwe girtin.

Ji wextên şeveqê pê ve ji ber toza ku bi rêya hewayê ji ser Sûrîyê  hat, li Nisêbîna Mêrdînê dikandar mecbûr man ku dikanên xwe bigrin. Ji ber hewaya bi toz Midûrtîya Tenduristîyê ya Navçê maskeyan belav kir û şaredarî jî bi anonsên kir xelkê navçê li hember tozê hişyar kir.

Hat ragihandin ji ber tozê xwendekar bo standina qerneyên xwe neçûn mektebê.

Ozcan Ayhanê ku li navçê dikandar e derbarê toza ku li navçê hakim bûye de diyar kir  ji ber toz û baranê ew mecbûr mane ku dikanên xwe bigrin û dû re wiha axivî: “ Îro dema ku em hişyar bûn me dît ku toz û herî dibare. Ji ber wê yekê me dikanên xwe venekir.”

Ridwan Danişmanê ku welîyê xwendekarekî ye jî derbarê mijarê de diyar kir ji ber tozê ew nikaribûn qarneyên zarokên xwe bigrin û dû re wiha got: “ Îro roja qerneyê bû, lê belê ji ber tozê me zarokên xwe neşand wergirtina qarnê. Ez bi xwe jî bi zorê ji ber tozê nefesê distînim. Wek tedbîr maskê didin ber devê xwe.”

ÎLKHA

 


































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Behra Egeyê di mezinahîya 4.2yan de erdhej
Li Konyayê li heman taxê ji ber hezazê 15 hewtik çêbûn
Wezîr Yerlîkaya: Ew ê destûr neyê dayîn ku li Taksîmê xwepêşan bê lidarxistin
Îsmaîl Henîyye bi nevîyên Mandela re hevdîtin kir
Rejîma siyonist êrîş bir li ser zarok û pîrekan: 22 şehîd