“Ji Ber Xerabiyê Înternet Kafeyan, Pêşeroja Me Di Talûkê De Ye.”

“Ji Ber Xerabiyê Înternet Kafeyan, Pêşeroja Me Di Talûkê De Ye.”

 Pispor îqaz dikin ku zarokên me, pêşeroja me dibin xeter û talûka înternet kafeyan de ne. Hinek înternet kafe li tenişta mekteban e. Muşteriyên gelek înternet kafeyan jî, zarokên di bin 12 salî re ne. Ji ber ku kontrolên hewce nayên kirin, nesla nû li ber talûkeyek mezin e.

Înternet gelek sehayên heyatê îşgal kirine. Bi qasî feyda wê, zirara wê jî heye. Heger bi başî û rastî bê bikaranîn, bi feyde ye. Lê mixabin roj bi roj, ciwan û zarokên ku li ser înternetan, bi feysbûk û malperên hevpariya sosyalê, heta sibehê bi lîstik û têkiliyan bê xew dimînin, zêde dibin.

Hinek zarok çer ku sibehê ji xew radibin, beriya taştê û rûşuştinê, direvin ser kompîtur û înternetê. Înternet kafe jî her roj zêde dibin. Lê belê kontrol û îdarekirina wan ne têra xwe ye. Cîddî guman hene ku wezareta karên hundir, gilî û şîkayetên der heqê van tiştan de jê re diçin, zêde guhnadê, paşguh dike.

Tê gotin ku pirê kesên biserûber diçin van înternet kafeyan, dikevin malper û sîteyên ğeyrî exlaqî. Ji ber kontrolên bêqîm, li ser zarok û ciwanên ku dikevin van malperan, nexweşiyên rûhî û me’newî peyda dibin.

Pispor îfade dikin ku kontrokirina van înternet kafeyan zêde bibin, ji aliyê teknîk û tehsîlî ve tedbîr bên amade kirin.

bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar