Ji Ber Zarokan Pevçûn: 3 Kuştî, 2 Brîndar

Li gundê Kartepeya Rihayê, di navbera du malbatên neyarê hevûdin de, ji ber niqaşa zarokan, pevçûn qewimî.

 Li gundê Kartepeya Rihayê, di navbera du malbatên neyarê hevûdin de, ji ber niqaşa zarokan, pevçûn qewimî. Bi niqaşê merivê her dû malbatan jî tevlî pevçûnê bûn. Mesele mezin dibe û şer diqewime.

Di heyama pevçûnê de, balmeyên tivinga pompeyî, li Nûsretê 55 salî, Wedihaya 19 salî, Huseynê 25 salî, Fatmaya 17 salî û Rabîaya 11 salî ketin.

Li ser îxbarê cenderme hat gund. Her 5 kesên birîndar rakirin nexweşxanê. Ji wan Nûsret, Wedîha û Rabîa Aslaner can dan.

Piştî hadîseyê gelek kes hatin binçavkirin. Lêpirsîna hadîseyê dewam dike.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin