“Ji ber zextên PYD mirov nikare li Qamişloyê bijî”

Kesên ku ji Qamişloya Kurdistana Sûriyê koç kirine diyar dikin xelkê Kurd berî niha ji ber zilma rejîmê bazdidan lê a niha jî ji ber zilma PYDê mecbûr dimînin ku mal û axên xwe terk bikin.

Ramazan Solmazê ku berî vê 5 salan ji Qamişloyê koç kiriye diyar kir hêj naskirîyên wî li Qamişloyê hene û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji ber zextên PYDya ku şaxê PKKê ya Sûriyê ye êdî mirov nikare li Qamişloyê bijî, PYD/YPG li kesên ku ji wan re mixalif in re zextan dike.Nexasim piştî ku Qamişlo têkete destê PYDê êdî hizûr ji me re nema.”

Ramazan Solmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir exlebeya Kurdan  Qamişloyê terikandine û  wiha li axavtina xwe zêde kir: “A rastî PYD ji Esed zêdetir zext û zilmê li xelkê dike. Ez bi naskirîyên xwe yên li wê derê re dipeyivim.Li gor ew  dibêjin rewş qet nebaş e.Şertên jiyanê qet nebaş in, gelek zehmetî hene. Berî niha Qamişlo gelek xweş bû, ji hemû çandan mirov hebûn, tu kes bela xwe bi yên din nedida. Belê rast e berî niha zilm li Kurdan dihat kirin lê belê debar bi rihatî bû û hizûr hebû.Lê belê a niha ev tişt tune ne. PYD bi zorê xortan dibe eskeriyê. A niha li Qamişloyê xort nemane. Kesên ku ji Heleb û dora wê hatine û li Qamişloyê bi cî bûne dema ku bi zilma PYDê rû bi rû dimîninm  ew jî bazdidin.Xelk vêcar bi zilma PYDê re rû bi rû ma.”

 “Heger tu PYDyî be ji te re nan heye heke ne PYDyî be ji te re nan tune ye”

Ramazan di berdewama axavtina xwe de diyar kir berî niha mirovekî bi rihetî dikaribû li Qamişloyê debara xwe bike û di nava hizûrê de bijî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê belê a niha ne hizûr ma ne jî îş.Temamê heremê di destê PYDê de ye.Wek mînak firin di destên wan de ne, lê dîsa nan ji hemû kesî re nîne.Heger tu PYDyî be ji te re nan heye heke ne PYDyî be ji te re nan tune ye.Nan berî niha 15 wereke bû lê niha bûye 50 wereke.Li cem me gelek tup  hebûn , PYD dest danî li ser van tupan û wan dadigre û dide Xiristiyanan.Kesên Xiristiyan jî wan bêheq didin hemdînên xwe.Kesên keşe tupan bêheq ji xelkê xwe re belav dikin lê PYD tûpên ku ji xelkê xwe standîye bi pere ji xelkê re difiroşe.YPG tenê keysperestiyê dike û kedxwarinê dike.Piştî ew van tiştan kirin re ew ê kî destekê bide wan.Ji ber ku malbata me destekê nadin wan alîkariyên ku ji heremê re tên nadin wan.Lê wan alîkariyan didin wan kesên ku destekê didin wan. Hemd ji Xwedê re ku em ne ji wan in.”

 “Ji malbatên dîndar re av, ceyran û alîkariyên ku tên nayên dayîn”

Ramazan balkişand ku PYD/YPG hewl dide da ku malbatên dîndar biqutifene û wiha li axavtina xwe zêde: “ Gelek zêde zilm li xelkê tê kirin. Ji  ber ku ceyran li Qamişloyê tune ye Mesûd Barzanî 10 jenerator şand.PYD van jeneratoran di qeraqolên xwe de bikar tîne.Heger ceyrana ku tu heq nadine ji  malekê re berdin ji wan jî heq dixwazin. Mesela mazot berî niha 7 wereke bû lê a niha bûye 50 wereke.Neft jî heye mazot jî heye lê PYD destûrê nade ku bifiroşin. Vê bihatir difiroşe. Gelek pirsgirêk hene. Av nîne ya ku heye jî bi pere difiroşin.Malbatên dîndar ji ber ku tevlî PYDê nabin rasta zilm û zextan tên.

 “Taziya me di roja duyemîn de ji teref PYDê ve belesebeb hat rakirin”

Ramazan diyar kir PYD/YPG  bi rejîmê re tevdigere û wiha pê de çû: “PYD li kû derê yekî, diz, kêş, xwedîyên fe’lên nebaş û kesekî ku tirsa wî ji Xwedê tune ye hebe di asayîşê de bi cî kir. Heta gelxekê ji van ji girtîgehê derxist. Çima lewra ev kes ji ber ku ji Xwedê natirsin dikarin her karî bikin. Berî vê 5 mehan bavê min rehmet kir û ez çûm Qamişloyê. Li ba me taziye 3 roj berdewam dikin.Di duyemîn roja taziyê de PYD hat û bi zorê taziya me rakir. Ji ber vê yekê me xwest ku bi kesekî rayedar re hevdîtine bikin.Di encamê de em yekî re şitaxilîn ew kes eskerê Esed bû û PYD di emrê wî eskerî de bû. Me derdê xwe jê re got lê bêfêde. Ji PYDê re hatiye gotin li dijî emre Esed tevnegerin hûn çi dikin bikin.”

 

 “Mîşel Temoyê ku ji bona Kurdan bi qedr û qiymet bû ji teref Salîh Muslîm ve hat şehîdkirin”

Ramazan diyar kir YPG/PYD qet tehemmulî kesên muxalif nake û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Qamişloyê 3 hareket hene. Nexasim ji van tevgeran rêxistina Azadî û Selahaddîn feal bûn. Salîh Muslîm bi eşkere ji wan re got yan hûn ê tevlî me bibin an jî em ê we bikujin.Dema ku hareke ta Azadî û Selahaddîn li dijî Esed rabûn Salîh Muslîm van an kuşt an jî zext li wan kir da ku koç bikin. Hinek endamên van rêxistina çûn Şam û Helebê û hinek jî ketin girtîgehê.

Mîşel Temoyê ku ji bona Kurdan bi qedr û qiymet bû ji teref zilamên Salîh Muslîm ve hat şehîdkirin.YP G piştî ku vê suîqestê kir re Esed sûcdar kir, lê xelk dizanibû ku kesê vê sûîqestê kiriye PYD ye.Lewra berikên ji bedena wî derketin ne yên Esed bûn.”

 “Gelek Mela ji teref PYD ve hatin şehîdkirin”

Ramazanê ku diyar kir PYD zextan li xelkê dîndar dike da ku tevlî wan bibin û wiha pê de çû: “Ji ber zilm û zextan gelek însanên dîndar mecbûr man ku Qamişloyê terk bikin.Heta PYD hinek şêxan şehîd kir. Şêxekî bi navê Mela Kemal hebû di wextê şeveqê de ji teref PYD ve li ber deriyê camiyê hat şehîdkirin. Ji teref Esed ve xutbe hatin şandin da ku mela bixwînin.Lê gelek mela nexwendin.Ji ber vê yekê gelek mela ji teref PYDê ve hatin şehîdkirin. A niha li gor gotinan mela hene, lê ev mela pesna Esed û YPGê didin ku ev meleyen bi pere ne. Bi qasî ku hûn ê fêm bikin gelek zilm, zext û zordarî li kesên dîndar hat kirin. A ni ha di girtîgehan de tenê kesên dîndar hene. Ji van kesan tê xwestin ku qala pêxember û Xweda neyê kirin. Malbatên kesên dîndar ên ku di girtîgehê de ne bi pere dikarin naskirîyên xwe bibînin ku ew jî heke YPG destûrê bide wwan. Bi qasî ku bê fêmkirin li Qamişloyê  zilm bûye behra kesên ku ji Xwedê ditirsin.”

 “Heger pîrekek çarşefê li xwe bike weke endamê DAIŞê tê binçavkirin”

Ramazan ragihand li Qamişloyê çarşef hatiye qedexekirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke pîrekek çarşefê li xwe bike wek endamê DAIŞê tê binçavkirin, gelek zehmetî tên pêşîya wê pîrekê û dûvre wê diavêjin girtîgehê.Yanî bi qasî ku hûn fêm bikin çarşef li Qamişloyê qedexe ye.”

 “Apo li mekteban wek îlah tê nîşandan”

Solmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir Apo li mekteban wek îlah tê nîşandan û wiha axivî: “Li Qamişloyê mektebên nû ji teref PYDê ve tên vekirin ku li van mekteban ji kitêba Apo ders tên dayîn. Tu perwerdehîya Îslamî tune ye. Serê xortan tevlî hev dikin. Apo li mekteban wek îlah nîşan didin.Dibêjin li jiyanê hemû tişt di destên Apo de ne.Piştî ev qas pesindayînê serê xortan tevlîhev dibe.”

 “Ez dibêjim ku ev ne Kurd in”

Ramazan di dawiya axavtina xwe diyar kir doza PYDê ne Kurdîtî ye  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez dibêjim ku ev ne Kurd in. Ev ji Esed re dixebitin. Dest danîn li ser erden wan kesên ku ji ber pevçûnan  ji Kobanê koç kirin. Dema ku pevçûn dijwar bûn kesên ku ji Îzmîrê dihatin Kobanê dikirin Xiristîyan.Ji kesên ku dihatin Kobanê re dijmintiya Qur’ana Kerîm dihat hîn krin û dihat gotin ku ev kitêb tiştekî xelet e. Van tiştan li mekteban jî dikin.” (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar