Ji bersûcê qetîlê Aytaç Baranî re beraet

QEYSERÎ - Niştina 3 yemîn a dosyaya doza di derbarê qetilkirina Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baranî de hat dîtin. Bersûcê ku di bergeha di vî yekê de dihat darrizandin hat serbestberdan.

Niştina 3 yemîn a dosyaya doza di derbarê qetilkirina Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baranê yê ku li Diyarbekirê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetlkirin de di Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn a Qeyseriyê de hat dîtin.

Di niştina ku 2 bersûc dihatin darizandin de doza ku di derbarê Sezgîn Demîrokê bersûc ê ku di nabeyna wî û polêsan de şer derketibû û mirîbû de ket. Diyadîn Gumuşê ku wek bersûcê negirtî dihat darizandin û bi binasiya ‘mêrkuştina bi qestî û endambûna ji rêxistina terorê ya PKKê’ hatibû girtin hat serbestberdan.

Di niştina ku rapora pisporan jî tê deye de di dîmenan de kesên ku rûyên wan nedihatin dîtin û bersûc hatiye muqeyesekirin û wek bersûc ve yek hatiye nîşandan. Her wiha hat ragihandin ji ber ku têkiliya bi şahidê veşartî re jî çênebûye îfadeya wî jî nehatiye hilgirtin.

Ji parêzerên dozê Hasan Bozdaş piştî niştinê daxuyanî da û bal kişand ser kêmasiyên di qonaxên niştinê de.

Îfadeya şahida veşartî nehat dîtin

Bozdaş wiha axavtina xwe domand: “Me di niştinên beriya vê de xwestibû ku dîmenên di derbarê vî yekê de ji kesê zana re were şandin. Mehkeme di niştina ku derbasbû de van dîmenan şand Laburatuara Krîmînal a Cendirmeyan. Li Diyarbekirê li ser vê yekê doz hatibû vekirin. Me jî xwestibû ku bila dosyeya vî niştine ji teref mehkemê ve were xwestin û heke heye delîlên nû têxin bergeha dosyeya me. Mehkeme daxwaziya me red kir. Ji xeynî vê yekê pirsên me ji şahida veşartî re hebûn. Mehkeme vî qebûl kir. Lê ji ber ku di niştinê de mehkeme bi şahidê veşartî re neketiyê têkiliyê îfadeya wî nehatiye sitandin. Analîzên dîmenan hatin. Di van analîzan de hat diyarkirin ku teşxîsa bersûcan nehatiye kirin. Dadgeh bersûcê negirtî dihat darizandin û bi binasiya ‘mêrkuştina bi qestî û endambûna ji rêxistina terorê ya PKKê’ hatibû girtin serbest berda.”

 “Di derbarê Komeleya Hemwelatiyên Wekhev û Azad de polêsan tu miemele nekirine”

Bozdaş axavtina xwe wiha domand: “Pêvajoya berhevkirina delîlan pirr bi zehmet bû. Ji xwe giliya me jî ev bû. Ev yek dide nîşandan ku vîdyoyên di derbarê vî yekê de hemî di yek carê de nehatiye şandin û serabera ev kar hatiye kirin. Di dosyeya lêpirsînê de şahida veşartî diyar dike ku li Komeleya Hemwelatiyên Wekhev û Azad de (Eşit Özgür Yurttaş Derneği) 6 kes tên cemhev û biryara kuştina Aytaç Baranê li vir hatiye dayîn. Lê di derbarê vî yekê de polêsan tu miemele nekirine.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye