Ji biryara ku Galatasaray ji bo Hakan Şukur daye re bertek didomin

Ji ber ku Hakan Şukur û Arîf Erdemê têkiliyên wan bi FETO re hene ji Kluba Galatasaray nehatin îxrackirin hinek kesên ji hikûmetê bertek nîşan dan.

Ji ber ku Hakan Şukur û Arîf Erdemê têkiliyên wan bi FETO re hene ji Kluba Galatasaray nehatin îxrackirin hinek kesên ji hikûmetê bertek nîşan dan. Rêvebiriya Galatasaray jî dê di derbarê mijarê de ji nû ve bicive.

Wekê ku tê zanîn têkiliya Hakan Şukur û Arîf Erdem bi FETO re heye. Ji ber ku ev ji Kluba Glatasaray nehatin îxrackirin Wezîrê Ciwanî û Werzîşê Akîf Çagatay Kiliç û Alîkarê Serokwezîr Veysî Kaynak bertek nîşan dan.

“Lijneya Rêvebiriya Galatasaray divê ku demildest vê biryara ku daye sererast bike”

Wezîrê Ciwanî û Werzîşê Akîf Çagatay Kiliç wiha bertek nîşan da: “Lijneya Rêvebiriya Galatasaray divê ku demildest vê biryara ku daye sererast bike. Lewra kesên ku îxanet li dewlet û welatê me kirine ciyên wan di sazî û klubên dewletê de tune.”

 “Heyfa Galatasarayê”

Alîkarê Serokwezîr Veysî Kaynakê ku beşdarê bernameke televîzyonê bibû wek bertek wiha diyar kir: “Ev biryar nayê qebûlkirin. Kesên ku hatine îxrackirin qasê Hakan Şukur têkiliya wan bi FETO re tune. Heyfa Galatasarayê.”

Her wiha hat diyarkirin ji ber bertekên ku ji biryara rêvebiriya Galatasaray re tê nîşandan rêvebirî biryar daye ku dê ji nû ve bicive. (ÎLKHA) 


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe