Ji bo 10 bajarên li herêma erdhejê hişyarîya barana zêde hat kirin

Tê texmînkirin ku ew ê li herêma erdhejê yên mîna Entabê, Mereş, Xarpêt, Malatya, Semsûr, Kîlîs, Osmanîye, Edene û Diyarbekirê baran bibare û li bajarên din jî hewa bi ewr be.

Li gorî nirxandina dawî ya ku ji teref meteorolojîyê ve hat kirin de tê texmîn kirin ku ew ê li giştîyê welat hewa bi ewr be li beravê Egeyê, Rojhilata Behra Sipî, Rojhilata Behra Reş, Başûrê Rojhilata Anadolûyê ewê baranek pir bibare. Ji ber vê yekê ji welatîyan hat daxwazkirin ku bi tedbîr bin.

Tê texmînkirin ku sibeh û bişev li Navîn û Rojhilatê cîh cîh ewê mij, li beşên Rohilatê jî cemed bên dîtin. Li navenda Rojhilatê Behra Reş û li cîhê bilind ên Rojhilatê jî talûkeya aşîtê heye.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin