Ji bo 11 bajarên li herêma erdhejê hişyarîya barana zêde hat kirin

Tê texmînkirin ku ew ê li herêma erdhejê yên mîna Entabê, Mereş, Xarpêt, Malatya, Semsûr, Kîlîs, Riha, Osmanîye, Edene û Diyarbekirê baran bibare û li bajarên din jî hewa bi ewr be.

Li gorî nirxandina dawî ya ku ji teref meteorolojîyê ve hat kirin de tê texmîn kirin ku ew ê li giştîyê welat hewa bi ewr be li beravê Egeyê, Rojhilata Behra Sipî, Rojhilata Behra Reş, Başûrê Rojhilata Anadolûyê ewê baranek pir bibare. Ji ber vê yekê ji welatîyan hat daxwazkirin ku bi tedbîr bin.

Tê texmînkirin ku sibeh û bişev li Navîn û Rojhilatê cîh cîh ewê mij, li beşên Rohilatê jî cemed bên dîtin. Li navenda Rojhilatê Behra Reş û li cîhê bilind ên Rojhilatê jî talûkeya aşîtê heye.

Tê texmînkirin ku di germbûna hewayê de tu cudahî çênabe û ewê li ser edetîyên demsalê berdewam bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye