Ji bo 4 kesên ku ji Selahaddîn Demîtaş re gotibûn ‘qatil’ cizayê hepsê

Ji ber ku Hevserokê HDPê Selahaddîn Demîrtaş bûbû sebebê erîşên 6-8ê Cotmehê, ji 4 kesên ku di nav wan de Rojnamevan Adem Özköse û endamekî HUDA PARê jî heye ji ber ku jê re gotin ‘qatil’ cizayê hepsê hat dayîn.

Di 6-8ê Cotmeha 2014an de bi bangewaziya Navenda Giştî ya HDPê û Hevserokê wê Selahaddîn Demîtaş PKK/HDPyî daketin kuçe û kolanan û êrîşî kesen ku goştê qurbanan li feqîran belavdikirin kiribûn û Yasîn Böru û hevalên wî qetil kiribûn.   

Ji ber bandora Demîrtaş ya di êrîşan de, Nivîskar-Rojnamevan Adem Özköse di 10ê Cotmeha 2014an de li ser malpera xwe ya medyaya civakî tepkî û berk nîşanî Demîrtaş dabû û gotibû: “Divê dewlet hesabê 32 welatiyên me ji qatil û pravakator Selhaddîn Demîrtaş bipirse.” Her wiha gelek kesan wek Özköse  tepkî û bertekên xwe anîbûn ziman.

Di doza ku li 30emîn Mehkemeya Cezayê ya Aslî ya Enqerê dihat dîtin û Demîrtaş tê de wek “muştekî” cî digirt de dozgeriyê  gotina ‘qatil’ a ku ji teref  endamê HUDA PARê yê Sazûmana Şêwrê yê Bilind Suleyman Atmaca, Rojnamevan Adem Özköse, nûçehîhanê AAyê Îbrahîm Toprak û Nevvab Temel ve hatibû gotin wek  sûç qebûl kir. 

Di serî de 3 meh ciza dan wan dû re ev ciza daxistin 2 meh û 15 rojan û paşê, hikum hat eşkerekirin û ciza 5 salan hat texîrkirin. Ger qaşo bersûc di nava 5 salan de sûcekî din bikin ji bo kû ji Demîrtaş re gotibûn “qatîl” wê 2 meh û 15 rojan têkevin hepsê.    

Dema ku rûniştina dadgehê dewam dikir Özköse li dadgehê parastin kir û got, “Di 6/8ê Cotmehê de Selahaddîn Demîtaş bangî gel kir û gel daket kuçe û kolanan û bû sebebê qetilkirina nêzî 40 welatiyên me. Mi jî çawa ku di doznameyê de jî tê gotin li ser hesabê xwe yê twîtterê gotibû: Divê dewlet hesabê 32 welatiyên me ji qatîl û pravakator Selahaddîn Demîrtaş bipirse. Ev twîît dikeve qategoriya serbestiya fikr û îfadeyan.”  

“Ezê wek Mislimanekî her tim ji qatilan re bibêjim qatil”

Piştî qerarê Özköse li ser malpera xwe ya twîtterê destnîşan kir ku: “Ger li vî welatî gotina ji qatilan re meriv bêjê qatil sûc be bila raya giştî bizanibe ez ê wek Mislimanekî her tim ji qatilan re bibêjim qatil. Xwedê heye xem tuneye! Ji ber ku min wesf û sifeta şexsekî ku para wî di qetilkirina Yasîn Böru û hevalên wî de heye gotiye ez qet ne poşmanim. Bijî edaleta îlahî!”     

Bertekên li dijî qerarê

Li ser malpera twîtterê hashtaga #AdemÖzköseBêsûce (#AdemÖzköseSuçsuzdur) hat vekirin û gelek kesan destek û piştgirî dan hashtagê û xwestin ji ber bandora Demîrtaş li ser bûyerên 6-8ê Cotmehê ew jî bê darizandin.

Parlementerê AK Partiyê û Amîrê Îdarî yê TBMMê Ahmet Gundoğdû got: “ Ji ber ku Demîtaş Yasîn Börü û hevalên wî bi destê xayinan daye kuştin ez jî ji wî re dibêjim ‘Selahaddîn Demîrtaş qatil e.” 

Alîkara Serokê Mafên Însanan û Hereketa Edaletê  Gulden Sönmez jî dîyar kir ku: “Ev îxbar e. Li gor min ji ber bandor û rola Selahaddîn Demîrtaş ya li ser bûyerên 6-8ê Cotmehê ew qatil û provaqator e." 

Nivîskar-Rojnamevan Mehmet Toprak jî got: “Ev wek henekaye!  Divê Demîrtaşê ku pêdankirinê kuştina Yasîn û hevalên wî ye bê darizandin, lê belê ji wan kesên ku ji Demîrtaşê pêdankirinê kuştinan e re gotina ‘qatil’ re ceza hat dayîn. Ev çawa edalete?! 

Hunermendê deng Umut Murare jî diyar kir ku: Di pişt van qeraran de hin hesabên din heye, ev wek rojê li ber çavaye! Divê kesên vê biryarê dabê bên vepirsîn!  #AdemÖzköseBêsûce. (#AdemÖzköseSuçsuzdur) (ÎLKHA)

 












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bihaya jêkirina qurbana biwekaletî dîyar bû
Petrola Ezerbaycanê li ser Tirkîyeyê ji rejîma sîyonîst re tê şandin
Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî
Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin
“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”