Ji bo Almanyayê şerta Încîrlîkê: Bila FETOyîst bên îadekirin

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel di derheqêqeyrana Încîrlîkê ya di navbera Tirkiyê û Almanyayê de daxuyaniyek da.

Ji teref Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel ve  di derheqê  qeyrana Încîrlîkê ya di navbera Tirkiyê û Almanyayê de daxuyaniyek hat dayîn, Gabrîel di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ‘Ji bo ziyareta eskerên Almanyayê îadeya îltîcayan tê xwestin.”

Gabrîel di daxuyaniya ku di dema ziyareta Washîngtonê li Navenda Lêkolînên Navneteweyî û Stratejîk da de di derheqê hejmera kesên ku îltîcayî wan kirine de diyar kir heta niha 450 kes serîlêdanan îltîcakirinê li wan kirine û ew ji van 450 serîlêdanan ya 80 kesan qebûl kirine. Gabrîel dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha hikûmeta Tirkiyê  ji bo ev kes bên hepiskirin ji me îadeya van kesan teleb dike. Ev rewş ji teref muttefîkê NATOyê ve li muttefîkeke din a NATOyê re sepana şantajê ye. Ev qetiyan ne mimkun e.”

Berî niha hatibû diyarkirin ku 40 personelên eskeriyê yên FETOyîst ên ku li baregahên FETOyê wezîfedar bûn  piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê îltîcayî Almanyayê kiribûn. Wezîrê Parastinê  Fîkrî Işik di derbarê mijarê de wiha gotibû: “ Em ji Almanyayê hêvî dikin ku van serîlêdanên îltîcayê qetiyan nenirxîne û wan endamên FETO îadeyî Tirkiyê bike.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe