Ji Bo Basketbolê Îzna Sernixumandinê

Federasyona Basketbolê ya Navneteweyî, destûr da ku lîstikvan bi armanca emrê dîn dikarin serê xwe binixumînin.

Federasyona Basketbolê ya Navneteweyî, piştî rexneyên cûdaxwaztiya dînî, destûr da ku lîstîkvanên basketbolê bi armanca emrê dîn dikarin sernixumandî bilîzin.

Di beyana federasyonê de hat gotin ku lîstikvan dikarin di heyama lîstinê de serê xwe binixumînin, ew ê heta du salan ji bo qirarê ceribandin hebe,  pey olîmpîyatên Rio De Janerio yên di 2016an de, ew ê bê diyarkirin ku qirar daimî be yan na.

Li gorî qaîdeyên derbasok ên navneteweyî, kum, aksesûarên por û girêdana mucewheratê yesax û qedexe ye, tenê ji bo banda por ya ku bi qasî 5 santîm fireh e destûr heye.

Lîstikvanên musluman û sîh ên ku tevlî şampîyon û olîmpîyatên basketbolê dibin beyan kiribûn ku qaîdeyên han cûdaxwaztî ye û daxwaz kiribûn ku bila sernixumandî serbest be. Komîteya Olîmpîyatê ya Amerîkayê û Hikûmeta Hîndê, destek dabûn vê daxwaza lîstikvanan.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin